Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Girtina Karsazê Îranî li Amerîka Dengekî Mezin li Tirkîyê Veda


Girtina karsazê Îranî Reza Zarrab li Miami ya Amerîka dengekî mezin li Tirkîyê veda jiber ku ew yek jî kesên herî girîng ya doza bertîl, dizî û perexwarinê ya wî welatî bû ku navên rêverbirên payabilind yên Tirkîyê jî derbaz dibûn.

Amerîka Zarrab tawanbar dike ku alîkarîya hikûmeta Îranê û şîrketên din kiriye ku toleyên aborî yên ser Îranê pûç bikin û kirîn, firotinê bikin.

Girtina Zarrab, ku di heman demê de hemwelatîyê Tirkêyê ye, wek darbeke mezin ji Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan re tê dîtin jiber ku wî îdiayên bertîl û û perexwarinê wek planeke veşartî ya gêrkirina hikûmeta xwe nîşan dida.

Hêjayî bîrxistinê ye, doza ku sala di 2013an de hember Zarrab hatiye vekirin, bûbû sedem ku Erdogan bi dehan karmendên dewletê, polîs û dozgeran ji kar bavêje û wan têxe zindanê. Hinek kesên din jî neçar mabûn ku ji Tirkîyê derkevin û herin welatên din.

Erdogan, piştî ku doza hember Zarrab hatibû girtin, berevanî li wî kiribû û ew wek karsazekî xêrxwaz nav kiribû. Erdogan pesna Zarrab dabû û gotibû ku ew bi karsazîya xwe xizmeta welêt kiriye.

XS
SM
MD
LG