Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîstinên Olîmpîk ya Rio Nav Pirsgirêkan Destpê Dikin


Li ber e lîstinên olîmpîk yên Rio ya Brezîlya sibeh Înê destpê bikin, lê pêşwazîkirina meşaleya olîmpîyatê kêşebar bû jiber ku girseyeke hêrsbûyî hatina wê, jiber tunebûna pêşveçûnên aborî û civakî şermezar kir.

Xwenêşander nerazî ne ku hikûmet bi mîlyaran dolar dirav jibo olîmpîyatê xwrc dike, di vê demê de ku bi mîlyonan kes di şertên pir giran de, di nav xizanîyê de dijîn.

Li seranser rêyên paytaxt Rio ku meşaleya olîmpîyatê lê dihat gerandin, polîsan gazên îsotê bi kar anîn ku xwepêşanderên dijî olîmpîyatê ji hev cihê bikin.

Dijberên lîstikên olîmpîyatê rexne dikin ku çawa 12 mîlyon dolar ji olîmpîyatan re hatine xerc kiri dema Brezîlay rûbirûyê xirabtirin krîza aborî ye.

Bi alîyekî din ve, belavbûna vîrusa Zika li wî welatî jî bûye sedemeke din ku kelecan û kêfxweşîya olîmpîyatan kêm e.

XS
SM
MD
LG