Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Sînorê Roboskê Dîsa Êrîş û Kuştin Çêdibe


Indoneziyada sunamidən sonra xilas əməliyyatları davam edir
Indoneziyada sunamidən sonra xilas əməliyyatları davam edir

Êvara Yekşemê li sînorê gundê Roboskê li cihê ku di bombebarana firokên şer de 34 gundîyên Kurd hatibûn kuştin, dîsa xebera kuştinek hat.

Li gorî agahîyên ku hatin bidestxistin, grubek kaçaxçîyên ku diçûn ber bi Kurdistana herêm ve, dohî di saet 21:30ê êvarê ji Qereqola Gulyazîyê bi bombeyên obusan êrîşek çêbû.

Di êrîşê de Vedat Encu yê 17 salî bi derba bombeyan jîyana xwe jidest da, du kes giran pênc kes birîndar bûn.

Ferhat Encu, parlamanterê HDPê yê Şirnexê ku ji Roboskê ye û di êrîşa çar sal berê de 27 xizmê wî hatibûn kuştin, bûyerê li ser hesaba xwe ya Twitter xwe belav kir.

Encu îda kir ku ji qereqolê bombe avêtine ser grubê û leşkeran jî bi çekên giran gule reşandine ser wan.

Mehmet Encuyê pismamê Vedat Encu, ji Dengê Amerîka re behsa bûyerê kir.

Kurê Mehmet, Erkan Encu jî (12 salî) jî çar sal berê di êrîşê esmanî de jîyana xwe ji dest dabû.

Mihemed da zanîn ku Vedat pismamê wî yê heq e û birayê Vedat, Davut, ji bombebarana Roboskîyê de çar sal berê bi saxî filitîbû.

Mihemed destnîşan kir ku xwestine meytê Vedat li goristana qurbanîyên bombebaranê defin bikin, lê qereqolê nehîştîye, jiber ku ew goristan nêzî qerekolê ye.

Wî got di saet 1ê nivroyê de meytê Vedat li goristana Roboskîyê defin kirine. Wî herwiha da zanîn ku birayê Vedat, Davut, nikaribûye beşdarê merasima cenaze bibe jiber ku derunîya wî ji dohî ve pir xera bûye.

XS
SM
MD
LG