Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîkî Îro Roja Spasdarîyê Pîroz Dikin


Amerîkî îro Pêncşemê Roja Spasdarîyê pîroz dikin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e. Di vê roja behnvedanê de bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Di Roja Spasdarîyê de ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre elok dixwin.

Di roja piştî Roja Spasdarîyê de ku “Black Friday” anku “Înîya Reş” tê gotin, buhayê gelek tişt têne kêmkirin û Amerîkî bo hezkirîyên xwe dîyarî dikirin.

Di vê roja taybet de, hinêk Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

Serokê yekê yê Amerîka George Washington di sala 1789'an de biryar dabû ku ew roja wek behnvedana netewî were pîroz kirin.

XS
SM
MD
LG