Lînkên eksesibilîtî

Amerîkî Roja Spasdarîyê ligel Heval û Hezkirîyên Xwe Diborînin


Amerîkî îro Pêncşemê Roja Spasdarîyê pîroz dikin ku kevneşopîyeke dûr û dirêj e. Di vê roja behnvedanê de bi sed hezaran Amerîkî bi rêya firok, trên û otobusan serdana heval û hogirên xwe dikin.

Di Roja Spasdarîyê de ku nîşaneya hatina demsala zivistanê ye, Amerîkî li mala dost û hevalên xwe kom dibin û bi hevre cilux anku elok dixwin.

Di roja piştî Roja Spasdarîyê de ku “Black Friday” anku “Înîya Reş” tê gotin, buhayê gelek tişt têne kêm kirin û Amerîkî bo hezkirîyên xwe dîyarî dikirin.

Di vê roja taybet de, hinêk Amerîkî jî dema xwe jibo rêxistinên xêrxwaz vediqetînin û xwarinên spasdarîyê pêşkêşî stargehên bêmalan dikin.

Serokê yekê yê Amerîka George Washington di sala 1789'an de biryar dabû ku ew roja wek behnvedana netewî were pîroz kirin.

Serokê Amerîka Barack Obama û malbata wî jî cara dawî li Qesra Sipî Roja Sapdarîyê pîroz dikin.

Obama di merasîma taybet de, bi awayekî toreyî, canê 2 ciluxên bi navê "Tater û Tot" û bexşand ku jibo serjêkirina hatibûn amade kirin.

Wî di mesaja Roja Spasdarîyê de got, “her çiqas em cihê bin jî, em yek gel in û beşeke tiştekî ji me mezintir in.”

“Em civakên ji hev cuda ne ku bu hevre pêşve diçin. Em cîranên hev in ku çavdêrîyê li hevdu dikin û taybetî jî xema yên xizantir dixwin. Em her dem Amerîkî ne.”

Obama bi berdewamî got ku Amerîkî ne bi nîjad yan ol, lê bi rêzgirtina nêrîna hevbeş ya – em hemî wekhev hatine afirandin- e û em dikarin wek me xwestî bifikrin, bawer bikin, bipeyîvin û hez bikin.”

Bi alîyekî din ve, serokê hilbijrtî yê Amerîka Donald Trump û malbata wî li bajarê Palm Beach ya Florida vê rojê derbaz dikin. Trump di peyama xwe ya Roja Spasdarîyê de baê kişand ser girîngîya yekîtî û hevrebûnê.

“Dem hatiye ku bawerîya navbera hemwelatîyên Amerîka xurt be jiber ku dema Amerêka yek be, tiştek tune ku em nikarin cîh bînin,” Trump bi rêya vîdyoyeke ku di Twitterê de hate weşandin de got.

Hêjayê balkişandinê ku li gor texmînên Federasyona Ciluxan ya Netewî (National Turkey Federation) di Roja Spasdarîyê de dora 50 mîlyon cilux li seranser Amerîka werine xwarin.

XS
SM
MD
LG