Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Rojnamgerîyê li Tirkîyê Dijwartir Dibe


Piştî avetina ser Ozgur Gundemê gelek xebatkarê rojnamê hatibûn bincav kirin. Polîsan di heman demê de avêtibû ser mala nivîskar Asli Erdogan ku endama desteya şêwira Ozgur Gundemê bû. Ew dû re bi hinceta propagandaya PKK’ê, hat girtin.

Dîsa, Gerînendeyê Giştî ya Weşana Giştî Bilir Kaya û Berpirsê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya jî şeve din bi biryara dadgehê hatin girtin

Kizilkaya û Kaya di 16’ê Tebaxê de di seravêtina rojnamê de hatibûn binçav kirin. Tevî ku xebatkarên Ozgur Gundemê piştî îfadedayînê hatibûn berdan, lêpirsîna Kizilkaya û Kaya heya şeve din berdewam kir û ew bi biryara dadgehê do êvarê hatin girtin.

Di heman demê, li Stenbolê rojnamevan Tuba Tekerek ku ji alîyê çapemenîya bîyanî ve tê nasîn, li ber avahîya emnîyeta Gayrettepe ya Stenbolê hate binçav kirin, dema wê dîmenên malbata kesên binçavan digirt.

Tekerek ku piştî lêpirsînê hat berdan, sedema girtina xwe di ji çapemenîyê re agahî dan.

“Polîs ji min re got ku rewşa awarte heye û em dikarin her tişt bînin sere te. Ez bi lezgînî hatim berdan jiber ku însîyatîfa “Ez rojnamevan im” ez tene nehiştim.”

Hêjayî balkişandinê ye ji îlankirina rewşa awarte vir ve rojnamevanên ku jibo nûçeyan diçin qadan, ji hela polîsan ve tên binçav kirin û girtin û zext û zordarîyên li ser çapemenî roj bi roj zêde dibin.

Hember wê rewşê, çapemenîya azad bi însîyatîfên nû li ber xwe dide, sazîyên rojnamegerîyê bi civînên çapamenîyê kiryarên li dijî dezgehên ragihandinê protesto dikin.

ZY_8_23_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:52 0:00

XS
SM
MD
LG