Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Roja Rojnamevanên Bikar li Tirkiyê Sedan Rojnamevan Girtî Û Bêkar Dimînin


Li Tirkiyê her sal 10î meha yekê weke roja rojnamegerên karmaned yên ku aktîv di kar dane tê pîroz kirin. lê dema em li rewşa heyî dinêrîn herî zêde îsal rojnameger bê kar mane.

Piştî hewla derbeyê li Tirkiyê rewşa awarte hat ragihandin û gelek biryarên di hûkmê qanûnê de hatin derxistin. Bi wan biryaran nêzî 100 hezar kes ji kar hatin avêtin, herwisa bi dehan televizyon, radyo, ajans û rojname jî hatin girtin. Bi girtina van dezgehan ji 2500î zêdetir xebatkarên ragihandinê di nav şeş mehan de bêkar man.

Herwiha li gorî hejmara dawî 147 rojnamevan niha li Tirkiyê di girtigehan de ne, di heqê bi dehan rojnamevanan de jî lêpirsîn hatiye vekirin û dadgehkirina wan tê berdewamkirin.

Yek ji wan dezgehên ku bi biryara di hûkmê qanûnê de hatin girtin cemiyeta Rojnamevanên Azad ya li Amedê bû.

Haqî Boltan ku serokê cemiyetê bû, bo Dengê Amerîka bal kişand ser rewşa rojnamevanan û got “Li Tirkiyê rojnamevan yan betal in yan jî girtî ne.”

Birêz Boltan destnîşan kir ku, rojnamevan çendîn azad bin, dê Tirkiye jî ew derce azad be, herwiha bal da ser zextên liser rojnamegeriya Kurdî û got “dewlet çawa ji Kurdan re dibêjin hun tunene, ji medya kurdî re jî dibêje tune”

Wî got "Rojnamegerên Tirk yên li rex Kurdan sekinîn jî nesîbê xwe ji heps û cezakirinê digirin."

Roja Rojnamevan Bikar li Tirkiyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:56 0:00

XS
SM
MD
LG