Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye 42 Rojnamevanan Desteser Dike, Ewrupa jî Rewşa Heyî Nerazî Ye


Piştî hewila darbeya têkçûyî, hikûmeta Tirkîyê îro Duşemê fermana desteserkirina 42 rojnamevanan da ku di nav wan de kesên wek Nazli Ilicak û Bulent Mumay jî hene.

Televîzyona NTV ragihand ku heta niha pirtir jî 60,000 kes, girêdayî darbeya leşkerî hatine desteser kirin û ji kar hatine avêtin û ew yek bûye sedema nerazbûna Yekîtîya Ewrupa.

Binçavkirina leşker, dadwer û karmendên dewletê û ji kar avêtina gelekan bûye sedema xemên kur yên berevankarên mafên mirovan û welatên Rojavayî ku ditirsin Serokomar Recep Tayyîp Erdogan jibo xurtkirina desthilata xwe wê yekê dike.

Serokê Komîsyona Yekîtîya Ewrupa Jean-Claude Juncker, Enqere rexne kir û got bi vê rewşa aniha, cîhê Tirkîyê di nav yekîtîyê de tune.

Juncker bal kişand ku Tirkîye hizra jûve anîna cezayê mirinê dike, piştî ku Enqerê di sala 2004an de, wek şerteke Yekîtîya Ewrupa ew ceza ji sîstema xwe derxistibû.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Cavusoglu di bersîvdana Juncker de, di televîzyona Haberturk de got ku Ewrupa nikare, derheqa cezayê îdamê gefan li Tirkîyê bike.

XS
SM
MD
LG