Lînkên eksesibilîtî

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ser berdana 21 rojnamevanên ku li hepsên Tirkîyê girtî bûn, daxuyanîyek weşand.

CPJ da zanîn ku tevî ku rojnamevan hatine berdan jî, dê darizandina wan ya jiber tawanên terorê bidome, ewê nikaribin herin derveyî Tirkîyê û divê jibo îmza tim biçin navendên polîsan.

Kordînatora CPJ ya Ewrupa û Asya Navîn Nina Ognianova dîyar kir ku ew bi daxuyanîyê bang li Tirkîyê dikin ku hemî rojnamevanan berde û dozên ser wan jî bi şûnde vekişîne.

‘’Giwaştina ku li Tirkîyê ser medya heye li dereke cîhanê tune ku gelên wî welatî nikarin di mijarên girîng de nûçeyên bêalî bişopînin.’’ Ognianova got.

CPJ eşkere kir ku li Tirkîyê niha 81 rojnamevan di girtîgehê de ne ku komîteya ku ji 1992’an vir ve dixebite cara yekê ye hejmareke ewqas bilind dibîne.

XS
SM
MD
LG