Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojvanê 5 Mehî ligel Dayika Xwe li Girtîgehê Ye


Leyla Eleftoz Baran, ligel kurê xwe Rojvan û hevjînê xwe Ahmed Baran, du meh berê dema ku diçe Farqînê, li ser rê, ji alîyê polîsan tê sekinandin, bi sedema ku derheqa wê de lêpirsin hatiye destpê kirin.

Haya Leyla û hevjînê wê jê tuneye ku dozgerîya Mêrdînê biryara girtina wê daye û weke hicet jî gotin “li ser gerilayek PKK’ê nav û paşnavê Leylayê di defterek de hatîye dîtin.”

Leyla du meh in li Mêrdînê li girtigehê ye û kurê wê, Rojvan ê pênc mehî jî bi wê re ye. Hevjînê Leyla, Ahmed dibêje îdiaya dozger bê bingeh e, jiber ku dibêjin di meha yekê de Leyla wek şervan di êrîşekê de cî girtiye.

Ahmet Baran dibêje ev ne mumkune jiber ku hevjîna wî li kompanîyek de kar dike û jixwe di meha yekê de Leyla heft mehî ducanî bûye. “Dikeve aqilan ku jineke ducanî û giran bibe şervan û pevçûnan bike?” Ahmed ji bîragişrtî re dipirse.

Ahmet bal dikşîne ku kurê wî li girtîgehê nexweş ketiye, jiber ku doktorê zarokan tuneye, dermanê şaş dane Rojvan û her rojê rewşa wî xerabtir dibe.

Di dema dawî de Leyla nameyek hinartîye û tê de behsa rewşa xerab ya girtigehê dike û dibêje ew li neheqîyek re rûbirû ye û rewşa kurê wê her roj xirabtir dibe.

KHF_10_14_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:39 0:00

XS
SM
MD
LG