Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan û Merkel Ser Mijarên Girîng bi Telefonê Peyîvîn


Wêneya arşîvê
Wêneya arşîvê

Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê bi telefonê peyîvîn û sozên ku Yekîtîya Ewrupa (YE) dabû Tirkîyê nirxandin.

Jêderên serokomarîya Tirkîyê ji Reuters re ragihand ku Erdogan ji Merkelê xwest ku YE sozên xwe yên derbarê kêşeya penaberan bi cîh bîne.

Her du rêber herwiha li ser pirsgirêka Qibris jî axifîn û bal kişandin ser çareserîyeke mayînde ji wê pirsê re.

Erdogan ji Merkelê xwest ku şerekî karîgertir li dijî xebat û kiryarên PKKê ya qedexekirî li Almanya bike û rê li ber çavkanîyên wê yên diravî bigire.

Erdogan herwiha ji Almanya xwest ku çavkanîyên diravî yên alîgirên Fetullah Gulen, ku Tirkîyê wî wek berpirsê darbeya leçkerî dibîne, asteng bike.

XS
SM
MD
LG