Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Aborîya Welêt jî Bin Êrîşên Terorîstî Ye


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje ku aborîya welatê wî di bin êrîşeke terorîstî ye, bi heman awayê rêze êrîşên ku vê dawîyê Tirkîyê dikin armanc.

Erdogan di civîna xwe ya ligel muxtaran de, îro Pêncşemê li Enqerê ji hemwelatîyan xwest ku diravên bîyanî yên wek dolar û euro ji destê xwe derxînin da ku gefa heyî were sekinandin.

"Mirov armanca wan bifikre, di navbera terorîstekî bi çek û bomba û terorîstekî bi dolaran û euroyan û rêjeya faîzan, ti ferq tune,” Erdogan got.

Di sala borî de li Tirkîyê pirtir ji 30 êrîşên mezin qewimîn û sistbûna rewşa ewlehî û bêîstiqrarîya sîyasî ku hewila darbeya leşkerî bilindtir bû, bandorên neyênî li ser rewşa ekonomî dike.

Lîra, dirava netewî ya Tirîyê, di hefteyên dawî de li hember dolara Amerîkî kete asta herî nizim ya hemî deman.

XS
SM
MD
LG