Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Divê Tirkên li Ewrupa Dengê Xwe Hember Nevîyên Nazîyan Bilind Bikin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê bang li hilbijêrên Tirk yên li Ewrupa kir ku hember “nevîyên Nazîyan” dengê xwe bilind bikin û di referandumê de piştgirîya wî bikin.

"Bi vê biryardarî û vînê, emê ticar rê nedin sê, çar faşîstên Ewrupî... ku zararê bidin xîret û rûmeta vî welatî," Erdogan li bajarê Rîze ya warê malbata xwe ji girseyeke mezin re got.

"Ez ji xuşk û birayên xwe ku li Ewrupa deng didin, bang dikim ku bersîveke rekûpêk bidin nevîyên Nazîyan û ji wan kesen ku zextên faşîstî ser gel dikin."

Erdogan di kempeyna xwe de gelek caran gotinên tund ji welatên Ewrupî yên wek Almanya û Hollanda re dike û jiber qedexekirina mîtîngên wezîrên wî, wan dewletana bi xebitandina taktîkên serdema sûcdar dike Nazîyan dike.

Hem Almanya hem jî Hollanda bi gotinên Erdogan yên wî renhî nerazîbûna xwe dîyar kir û Serokwezîra Alman got divê şibandina wan bi serdema Nazîyan re bisekinin.

Hêjayî balkişandinê ye ku li Ewrupa 1.4 mîlyon hemwelatîyên Tirkîyê hene ku mafê wan yê dengdanê heye û Erdogan çaverê ye ku piştgirîyeke mezin ji wan kesan wergire.

XS
SM
MD
LG