Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Erdogan Name ji Putin re Şand û Lêborînê Xwest


Ajansa Reuters ji zarê Qesra Keremlîn radigihîne ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan nameyek ji Serokê Rûsî Vladimir Putin re şandiye û lêborîna xwe li ser gêrkirina firoka Rûsî ya ji alîyê artêşa Tirkîyê ve xwestiye.

Kremlînê dîyar kir Putîn nameyek ji Erdogan wergirtiye ku tê de rêberê Tirk daxwaza xwe ya çareserkirina kêşeyên girêdayî anîna xwarê ya firoka Rûsî eşkere kiriye.

Piştî ku firoka Rûsî li ser sînorê Sûrîyê hatibû xistin, Rûsyayê bazirganîya ligel Tirkîyê kêmtir kiribû û daxwaz ji hemwelatîyên xwe kiribû neçin Tirkîyê.

Putin bi eşkereyî ragihandibû ku peywendîya Rûsya bi Tirkyî venagere asta normal, heta ku Erdogan li ser ketina firokê lêborîna xwe nede.

Hêjayî gotinê ye, heta niha ji Tirkîyê daxuyanîyekê li ser ragihandina Rûsyayê nehatiye.

XS
SM
MD
LG