Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkîye û Qatar Xwedîyê Xurtirîn Helwesta Dijî DAIŞ'ê Ne


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îzolasyona ser Qatarê ji alîyên cîranên wî welatî ve red kir û ew yek wek dijî nirxên Îslamê bi nav kir.

Erdogan got ku biryara girtina sînorên Qatarê wek cezayê mirinê li ser Doha hatiye danan.

"Şaşitîyeke pir mezin tê kirin. Girtina hemî tixubên Qatarê biryareke nemirovane ye û dijî Îslamê ye û wekî ku cezayê mirinê li Qatarê hatiye birîn," Erdogan li Enqerê, ji endamên partîya xwe re got.

Erdogan îdia kir ku Qatar ligel Tirkîyê helwesta herî xurt ya dijî terora Dewleta Îslamî nîşan da û kempeyna reşkirina wî welatî bê feyde ye.

Erebistana Saudi, Bahreyn û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misirê hefteya borî Qatar bi piştgirîdana terorîzmê sucdar kiribûn û peywendîyên dîplomatîk ligel wî welatî birîbûn.

XS
SM
MD
LG