Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Em Amade Ne Rûpeleke Nû ligel Rêvebirîya Trump Vekin


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di konferanseke li Stenbolê de got ku "piştgirîya Amerîka ya jibo şervanên YPG’ê, zararê digihejîne hevkarîya Enqere û Washingtonê", Reuters’ê ragihand.

Erdogan dibêje ew amade ku bi rêvebirîya Serokê Amerîka Donald Trump re rûpeleke nû vekin.

‘’Heta ku gefên li ser axa me hebin, çi pêwîst be em ê bikin. Emê destûrê nedin ku xeteke terorî li sînorê me yê başûr çêbibe’’ Erdogan got.

Berdevkê YPG’ê Rêdûr Xelîl di hevpeyvîna taybet ya bi Dengê Amerîka de dîyar kiribû ku ew dixwazin bi Tirkîyê re cîranîyeke xweş çêkin, lê Tirkîye hêzên Kurdan wek dijmin dibîne.

XS
SM
MD
LG