Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Endamtîya Yekîtîya Ewrupa Armanca Wan ya Stratejîk E


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Duşemê got, ew bî hêvî ye ku rêwîtîya bê vîza ya Schengenê ji hemwelatîyên Tirkîyê re, peyvajoya endambûna Yekîtîya Ewrupa lêztir bike.

Wî got ku endamtîya Yekîtîya Ewrupa ji Tirkîyê re armanceke stratejîk e û ew bi hêvî ye ku û serbestîya rêwîtîya bê vîza wê ew prosesa endambûnê zûtir bike.

Şîroveyên Erdogan piştî daxuyanîyên wî yên tund yên roja Şemîyê tên ku gotibû “Enqere qanûnên xwe yên dijî-terorê naguherîne.”

Hêjayî bîr xistinê ye ku yek jî şertên Yekîtîya Ewrupa yên bo serbestîya rêwîtîya bê vîza ew bû ku Enqere qanûnên dijî-terorê biguherîne

XS
SM
MD
LG