Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Yekîtîya Ewrupa Hişyar Kir ku Heta Dawîya Salê Biryar Bide


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan Yekîtîya Ewrupa hişyar kir ku heta dawîya salê biryarekê li ser endamtîya Tirkîyê bidin, yan jî ewê li ser mijarê referandumekê bike.

Erdogan di axaftineke televîzyonî de got ku ewê heta dawîya salê behna xwe fireh kin û dû re jî herin, nêrîna gel bipirsin. "Ma çima desthilat ne ya gel e?” Erdogan pirsî.

Erdogan referanduma Brîtanya ya derketina ji Yekîtîya Ewrupa bi bîr xist û got ew jî dikarin heman tiştî bikin.

Tirkîyê di sala 1987’an de serî li endamtîya Yekîtîya Ewrupa dabû, lê danûstandinên fermî yên endamtîyê di 2005’an de destpê kiribûn, li di demên dawî de jiber rewşa xirab ya mafên mirovan li Tirkîyê pêşdeçûn di wî warî de çênebûbû.

XS
SM
MD
LG