Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya, Îran û Tirkîye Ser Avakirina Herêmên Aram li Sûrîyê Hevbîr In


Di vê wêneya arşîvê de şandeyên Rûs, Îranî û Tirk
Di vê wêneya arşîvê de şandeyên Rûs, Îranî û Tirk

Ajansa AP radigihîne ku Tirkîye, Îran û Rûsya jibo afirandina heta çar “herêmên aram” li Sûrîyê peymanek îmza kiriye.

Karbidestên ji her sê welatan ku piştgirîya alîyên dijber yên şerê Sûrîyê de dikin, li Astana ya paytaxta Qazaqistanê giheştin wê rêkeftinê, lê hin endamên rikeberîya Sûrî bi dirûşman ew yek protesto kirin û civînê derketin.

Opozîsyona Sûrî tevlîbûna Îranê di konferansê de şermezar dike û Tehranê bi kuştina dora 400,000 kesan tawanbar dike.

Lihevkirina Qazaqistanê banga avakirina çar hermêmên li bakur, navend û başûrê Sûrîyê dike, lê heta niha ti gurgilî nehate dayîn li wan herêman tundî û tûjî wî çawa were tune kirin.

XS
SM
MD
LG