Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya, Îran û Sûrîye Daxwaza Vekolîneke Ser Êrîşa Kîmyayî Dikin


Rûsya, Sûrîye û Îranê, Amerîka jiber êrîşên wê yên li Sûrîyê bi awayekî tund rexne kirin û bang li sazîyên navneteweyî kirin ku ser êrîşa Xan Şêxûn ya Îdlibê vekolîneke berfireh bikin.

Wezîrên karên derve yên her sê dewletan li Moskowê kom bûn.

Wezîrê Karên Derve yên Rûsya Sergey Lavrov dîyar kir ku Amerîka, bi erîşên ser Sûrîyê bi awayekî xirab hiqûqa navneteweyî binpê kirîye ku ewê zerareke mezin bigihejîne ewlekarîya cîhanî.

Hevtayê Lavrov yê Sûrî Velîd Muallîm da zanîn ku kombûna wan, ji Amerîka re bûye peyameke xurt.

Wezîrê Karên Derve yên Îranê Cevad Zarîf jî got ku kiryara Amerîka ya yekalî nayê qebûl kirin.

Hefteya borî, Amerîka dîyar kiribû ku hikûmeta Sûrîyê li Xan Şêxûnê çekên kîmyayî karanîye û bo bersîvdanê êrîşên muşekî biribû ser bingeheke esmanî ya Artêşa Sûrîyê.

Lavrov, Amerîka û hevalbendên wê bi astengkirina vekolîna bo êrîşa Xan Şêxûnê tawanbar kir.

Lavrov, ser pêşvekolîna Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dîyar kir ku ew nizanin ku mînakên êrîşê ji kû hatine girtin û çawa têne analîz kirin.

Li gor Lavrov divê pisporên gelek dewletan di koma vekolîna êrîşê de cîh bigirin.

"Ger hin hevpîşeyên me yên Amerîkî û Ewrupî difikirin ku ramanên wan rast in, jibo vekolîna êrîşê divê ji komeke serbixwe netirsin" Lavrov got.

Lavrov bi berdewamî da zanîn ku Amerîka hewil dide Beşar Esad bike serokekî ladayî, lê ewê bi ser nekeve.

XS
SM
MD
LG