Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûhanî Civîna Serok Trump ya bi Saudîyan Rexne Dike


Serokê jinûve hilbijartî yê Îranê Hesen Rûhanî îro Duşemê got ku peywendîyên Îranê bi Amerîka, rêyeke bi astengan e.

Wî hevdîtinên Serokê Amerîka Donald Trump yên li Erebistana Saudî wek “şow” bi nav kir.

Rûhanî herwiha got ku bê ku alîkarîya welatê wî hebem ti îstiqrar li Rojhilata Navîn pêkan nabe.

"Pirsgirêk ev e ku Amerîkî ola me nizanin. Ez bi hêvî me ku rêvebirîya Trump hinek serê xwe bêşîne ku baştir fem bike," Rûhanî wek pirseke ajansa AP got.

Di hilbijartinan de Rûhanî, ku di dema wî de rêkeftina navokî hatibû îmza kirin, bi awayekî berbiçav serketî bûbû.

Serok Trump gefa pûçkirina wê rêkeftinê kiribû û li Erebistana Saudî jî banga yekîtîya misilmanan ya dijî terorê kiribû.

Trump di axaftina xwe de Îran kiribû armanca û ew yek ji sedemên bêîstiqrarîya herêmî bi nav kiribû.

XS
SM
MD
LG