Lînkên eksesibilîtî

Firokeke Rûsî li Derya Sipî Ket, Firokevan Rizgar Bû


Firoka MiG-29K ya Rûsî

Firoka MiG-29K ya Rûsî

Wezareta Berevanî ya Rûsî ragihand ku firokeke wê ya ceng, dema hewil dida ku keştîya firokhilgir ya Amiral Kuznetsov deyne, kete xwarê lê firokevan bi saxî filîtî.

Wezareta Rûsî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku firokeke ceng ya MiG-29K fighter jiber kêşeyeke teknîkî, çend kîlometrê nêzîkî keştîya firokhilgir ketiyee xwarê.

Li gor heman daxuyanîyê, pîlotê firokê karîye xwe ji firokê bavêje derve û dû re jî tîmên hawarçûnê ew rizgar kiriye.

Gemîya Amiral Kuznetsov ya firokhilgir di dema dawîyê de giheşt Derya Sipî ku piştgirî bide hêzên Rûsî yên li Sûrîyê ku ji salekê vir ve, bi piştgirîya Beşar Esad êrîşên esmanî li wî welatî pêk tîne.

XS
SM
MD
LG