Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Programkarê Kompîteran yê Rûsî li Îspanya Hate Desteser Kirin


Ajansa Reuters ragihand ku programkarekî kompîteran yê Rûsî, reng e girêdayî hilbijartinên Amerîkî, îro li bajarê Barselona ya Îspanya hate desteser kirin.

Berdevkekî balyozxaneya Rûsî li Madrid desteserkirina hemwelatîyê Rûsî Peter Levashov eşkere kir, lê derbarê sedeman ti hurgilî nedan.

Levashov yê 36 salî pisporê komopîterê ye û tê texmîn kirin ku li ser daxwaza Amerîka hatiye desteser kirin.

Berdevkê Wezareta Dadê ya Amerîkî Peter Carr da zanîn ku ti agahîya wan li ser desterserkirina Levashov tuneye.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Amerîkî Rûsya bi hackkirina emaîlên Partîya Demokratîk alîkarîya kempeyna berbijarê Komarî, Donald Trump kiriye.

Kongresa Amerîkî vê gavê lêpirsînekê li ser peywendîyên navbera Rûsya û kempeyna Trump dike.

XS
SM
MD
LG