Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrên Derve yên Rûsya û Tirkîyê Civîn, Bo Normalkirina Peywendîyan Hevbîr Bûn


Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov û yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu di hewleke normalkirina peywendîyên dualî de, îro li bajarê Sochi ya Rûsî kom bûn.

Lavrov piştî hevdîtina bi hevtayê xwe yê Tirk re, ji nûçegîhanan re got ku her du alî hevbîr bûn ku peywendîyên xwe ya leşkerî û hevkarîya dijî-terorê jinûve were xurt kirin.

Têkîlîyên navbera Moskow û Enqerê di meha Mijdarê qût bûbû, piştî ku Tirkîyê Tirkîyê li ser sînorê Sûrîyê firokeke Rûsî, bi sedema ku ketiye qada wê ya esmanî, gêr kiribû.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Duşemê nameyeke lêborînê şandibû Serokê Rûsî Vladimir û wî jî roja Çarşemê, jiber êrîşên li Stenbolê sersaxî ji Erdogan re xwestibû.

XS
SM
MD
LG