Lînkên eksesibilîtî

Lavrov: Rabûna Balefiran Bo Lêdana Armancan li Sûriyê Biryara 2231 Binpê Nake


Wezîrê derve yê Rusiya Sergey Lavrov roja çarşemê da zanîn ku, biryara Civata Ewlekariya Navnetewî ya 2231 nayê binpêkirin dema balefirên cengê yên Rusiya ji Îranê rabin bo lêdana hind armancan li Sûriyê.

Lavrov
Lavrov

Lavrov got, hebûna balefirên cengê yên Rusiya li Îranê, li gur biryara Kirêmlin ya şerê li dij terorîzimê pêkhatiye, ewê balefirên Rusî ji bingehên li Îranê êrşên xwe li dij hind armancan li Sûriyê pêk bînin, lê Rusiya hîç balefirek yan alîkariyek nedaye Îranê, weke Sergey lavrov wezîrê derve yê Rusiya dibêje.

Biryara civata ewlekariya navnetewî ya numire 2231, qedexe dike û dide zelalkirin ku nabe hîç welatek balefirên cengê bidin Îranê.

Doh roja sêşemê welatên Yekgirtî yên Amerîka da bû zanîn ku ewê lêkolînan bikin kanê rabûna balefirên cengê yên Rusiya ji Îranê bo lêdana armancên terorîstan li sûriyê li dij birya 2231 e yan na.

Wek tê zanîn balefirên cengê yên Rusî ji curê Sukhoi Su-34 ji bingeha leşkerî ya Hemedan li Îranê êrîş li dij DAIŞ li sûriyê pêkanî bûn, roja çarşemê roja duyan e ku ev êrîş ji aliyê balefirên Rusî de bo ser armancên DAIŞê li sûriyê tên berdewamkirin.

XS
SM
MD
LG