Lînkên eksesibilîtî

Balefireka Cengê ya Rûsî Dikeve Nav Ava Derya Spî


Keştiya Cengê ya Firokhelgira (Admiral Kuznetsov) di ava deriya Spî de.

Keştiya Cengê ya Firokhelgira (Admiral Kuznetsov) di ava deriya Spî de.

Wezareta berevaniya Rûsî roja Duşemê daxûyanek weşand û da zanîn ku balefireka wan ya cengê ji sedema pirsgirêkek teknîkî ketiye di nav ava derya spî de, firokevan hatiye rizgarkirin.

Wezaretê ragihand ku balefira wan ya ji cûrê Suchoi Su-33 bû, dema di xwast liser keştiya cengê ya bi navê (Admiral kuznetsov)î dade ji eger pirsgirêka teknîkî ketiye di nav ava deryayê de. Firokevanê balefire bi alîkariya tîmên taybet yên ji keştiya cengê li hewara wî çûne şiyaye rizgar bibe û rewşa wî ya tendirustî niha başe weke wezareta berevaniya Rûsî dibêje.

Ev duyemîn balefira Rûsye dikeve nav ava derya spî de, piştî roja 14 Mijdara borî dîsan balefirek din ya ji cûrê MiG-29K ket bû di nav ava deryayê de.

Wek tê zanîn ji meha tebaxa sala 2015an û vir de, balefirên cengê yên Rûsî raste rast beşdariyê di şerê li Sûryê de dikin, Rûsya alîkariya leşkerî dide dewelta Sûrî û serokê wê Beşar Esad.

XS
SM
MD
LG