Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya: Firokên Amerîka Ewê di Ser Herêmên Ewle re Nefirin


Reuters’ê îro Înê ji zarê nûnerê Rûsya yê li civîna Astana ya Qazaqistanê Alexander Lavrentyev ragihand ku ewê herêmên ewle yên li Sûrîyê, ji firokên Amerîka û yên koalîsyona bi pêşengîya wê re girtî bin.

Herêmên ewle yên li Sûrîyê, ku Rûsya pêşnîyaz kiribû, ji alîyê Îran û Tirkîyê ve hatibû pejirandin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) jî dîyar kiribû herêmên ewle pêşnîyazeke baş e, lê Amerîka fikarên xwe ser planê ragihandibûn.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yên Amerîka Heather Nauert bi daxuyanîyekê nivîskî dîyar kiribû ku berê divê hikûmeta Sûrîyê êrîşên ser sîvîl û serhildayan rawestîne.

Hikûmeta Sûrîyê piştgirîya herêmên ewle dike, lê opozîsyona Sûrî jiber ku mora Îranê jî di planê de heye bi tundî li dijî wan e û dîyar dike ku herêmen ewle yekîtîya axa Sûrîyê parçe dike.

XS
SM
MD
LG