Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rûsya Rêberê Opozîsyonê û bi Sedan Kesên Din Desteser Dike


Alexei Navalny
Alexei Navalny

Reuters’ê îro Duşemê ragihand ku rêberê opozîsyona Rûsya Alexei Navalny hat desteser kirin.

Xanima Navalny, di ser Twitter’ê re da zanîn ku rêberê rikeberîyê li mala xwe ya li Moskowê hatîye desteser kirin.

Navalny bo protestoyekê bangewazî kiribû, lê destûr nehatibû dayîn.

Berdevkekî Navalny jî di ser Twitter’ê re dîyar kir ku elektrîka buroya rêberê Rûs hatîye birîn.

Reutersê ragihand ku 730 kesên din yên ku li Moskowê dixwestin protesto li dar xînin hatine desteser kirin.

Navalny yek ji siyasetvanên ku Serokê Rûsya Vladimir Putin herî zêde rexne dike ye.

Navalny di meha Sibatê de jiber gendelîyê hatibû tawanbar kirin û dadgehê ceza dabû wî. Hatibû îdia kirin ku Kremlîn dixwaze bi cezayan rê li ber berbijêrîya Navalny ya jibo hilbijartina 2018’an bigire, lê Kremlînê ew îdia red kiribû.

XS
SM
MD
LG