Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salih Mislim: Îro li Tirkiyê Qanûn Nemaye, Tenê Sultanek Heye Û Fermanan Dide


Dewleta Tirk îro Sêşemê li gor fermana dadgehê, biryara girtijna Hevserokê Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) û hejmarek fermandar û lîderên Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) da.

Mislim da zanîn ku biryar ne ji dadgehê derketiye, ev biryara Sultan Erdogan e, ew bi heza dilê xwe fermanan derdixe û êdî kes Erdogan cidî nagire.

"Li Tirkiyê îro ne qanûn heye, ne jî sîstem. Tenê sultanek heye ew fermanan bi dilê xwe derdixe. Ev biryara Tirkiyê ne jibo girtinê ye, ew jî dizane ku kes êdî wî cidî nagire.

Mislim got, ew texmîn nake ku kesek wî cidî wergire û di vî warî de piştevaniyê bike, lê dîsa kesek deng jî nake jêre nabêjin "tu xirabî dikî".

Mislim behsa dîplomasiya Tirkîyê ji dike dide zanîn ku Erdogan di warê dîplomasî de jî qels bûye, li Ewrupa, li Rojhilata Navîn û cihên din.

Hevpeyvîn li gel Salih Mislim Hevserokê PYD
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:09 0:00

XS
SM
MD
LG