Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

SerokObama Serdana Bajarê New York Dike ku Zîyanên Barova Sandy Bibîne


Serokê Amerîka Barack Obama roja Pêncşemê serdana bajarê New York dike da çavdêrîyê bike çawa zîyanên Barova Sandy ji holê rakin.

Barova li dawîya meha borî gelek taxên nêzîkî avê wêran kiribû, ku di encama wê de bi mîlyonan rûniştvan bi qasî sê hefteyan yan bê xanî û bê elektrîk mabûn.

Barova Sandy ku çend roj berî hilbijartinên seroktîyê li Berava Rojhilat a Amerîka da, careke din gotûbêjên sîyasî derbarê guhertina hewayê vejand. Hinek çavdêr dibêjin, guhertina hewayê jiber bûyerên vê dawîyê yên wek Sandy pêk tê.

Serokê Amerîkî Barack Obama roja Çarşemê li Qesra Spî gote rojnamevanan ku wî guman tune ye derbarê guhertina hewayê û kartêkirina wê li ser jîngehê.
XS
SM
MD
LG