Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

OPCW: Li Xan Şêxûnê Sarîn yan Gazeke Wek Wê Hatiye Karanîn


Reuters'ê ji zarê rêxistineke ku çekên kîmyayî dişopîne ragihand ku di êrîşa Xan Şêxûn ya Îdlibê de, sarîn yan jî gazeke wek wê hatiye karanîn.

Kîmyagerên Tirk û Brîtanî jî berê heman agahî dabûn.

Dîrektorê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) Ahmet Uzumcu da zanîn ku li gor encamên analîzan, eşkere ye ku sarîn yan jî gazeke wek wê hatiye karanîn.

Uzumcu dîyar kir ku OPCW, mînakên bîyo-medîkal, yên ku ji sê qurbanîyên êrîşê hatin sitandin, di du labaratuvarên wê yên taybet de test kirine û giheştîye vê encamê.

Di êrîşa ku 4'ê Nîsanê de pêk hatibû, dora 90 kes hatibûn kuştin. Amerîka dîyar kiribû ku hikûmeta Sûrîyê li Xan Şêxûnê çekên kîmyayî karanîne û êrîşên muşekî biribûn ser wî welatî.

XS
SM
MD
LG