Lînkên eksesibilîtî

Ji egerê barîna baraneke xurt û lehîyê li Herema Kurdistane bi şêwekyeke gishtî u parêzgeha Dihokê bi taybetî li komelgeha Şarya, ser bi parezgeha Dihokê ve, jinek û zarokekî gîyane xwe ji dest dan.

Li dûr ve bûyerê, Şêx Îsmaîl, xelkê komelgeha Şarya got, şevê dî avê otomobîlek bir zelamek, hevjîna wî û kurê wî tê de bûn, zelam xwe rizgar kir û zarok di nav otombêlê de xendiqî û avê jin bir û heta nuke jin nehatîye ditin.

Li bajarê Zaxo jî 60 xanî ketine bin avê û zîyanê madî bi wan malan ket.

Lehî û barana xurt herwiha rewşa penaberên Sûrî li kempa Domîz aloz kirîye.

XS
SM
MD
LG