Di 29'ê Gulanê de li Kanîmasê ya li devera Berwarîya Jorîn, taybetî li nêzîkî gundê Urmana û Urmedada ku dikevine ser cada serekî ya Kanîmasê şerekî dijwar qewimî.
Di pevçûna de ku dora 10 demjimêr ajot, gerîlayên PKK û artêşa Tirkîyê ketin şerekî giran û helîkopterên Kobra yên Tirkîyê jî çeperên PKK bombebaran kirin.
Rojnamevan Ehmed Edinî da zanîn ku jiber êrîşan, rêya serekî ya Kanîmasê hate girtin û gelê herêmê di nav tirseke mezin de dijîn.