Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

DAIŞ'ê Bi Sedan Kurdên Herêma Şehba Revandine


Jêderên bajarê Babê ya bakurê Helebê dibêjin ku binçavkirina welatîyan ji alîyê rêxistina DAIŞ'ê ve, taybetî li gundên Kurda yên wek Qer Kelbîn, Qubit Şêx, Ereb Wêran, Şibêran,Til Betal, Kawiklî, Şawa berdewam e.

Hejmarek ji welatîyên herêmê ber vî Efrînê koçber bûne û ditirsin ku komkujîyên ser gelê herêmê dubare bibin.

Jêderên xwecihî dibêjin, DAIŞ'ê 15 gundên Kurda dorpêç kirin û welatîyên 15 heta 60 salî hatin girtin û heta niha pirtir jî 1000 welatî, li şûneke nedîyar girtî ne.

Jibo şermezarkirina kiryarên DAIŞ'ê, hejmarek ji welatîyên herêma El-Şehba derketin xwepêşandanekê û bang li sazîyên mafê mirovan kirin ku berî komkujî careke din li herêmê dubare bin, destwerdana herêmê bikin.

Tê zanîn ku berî du salan xelkê bajarê Til Eren û Til Hasêl ku piranîya şênîyên wan Kurd in, bûbûn armanca komkujîyan ji alîyê grubên tundrê û gelek sîvîl hatibûn kuştin.

EM_6_23_16_Sehba
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG