Lînkên eksesibilîtî

Hevserokê HDP'ê Demîrtaş Dest bi Greva Xwebirçîkirinê Dike


FILE - Pro-Kurdish Peoples' Democracy Party leader Selahattin Demirtas is seen speaking during a news conference in Ankara, Turkey, July 21, 2015.

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) îro ragihand ku hevserokê wê yê zindankirî Selahattîn Demîrtaş sibe Înê dest bi greva xwebirçîkirinê dike, jibo şermezarkirina şertên nemirovane li zindana ku ew lê tê giritn.

Demîrtaş di mesaja xwe de dîyar kir ku rêvebirên girtîgeha Edîrnê red kir ku kiryarên neqanûnî bi wî re gotûbêj bikin.

Bilî Demîrtaş, jimareke girtîyên li zindanên Edîrne, Îzmîr, Enqer û Wanê jî dest bi greva xwebirçîkirinê kiriye ku mercên giran yên zindanan protesto bikin.

Demîrtas û hevseroka din Fîgen Yuksekdag, ligel 11 parlementerên din li zindanê ne û bi hebûna girêdana wan ya bi PKK’ê tên sûcdar kirin ku ji 1984’an vir ve şerê dijî dewleta Tirk didomîne.

HDP ku Demîrtas ku rêbertîya wê dike, partîya duyê ya opozîsyona li Tirkîyê ye û di referandumê de dijberîya guhertina xalên qanûna bingehîn dike ku wê desthilata Serokomar Recep Tayyîp Erdogan xurtir bike.

XS
SM
MD
LG