Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Salvegera Duyê ya Jenosîda Êzîdîyan


Roja 3î meha Tebaxa 2014an çekdarên DAIŞê êrîş anî bûn ser bajarê Şengalê û gundewarên wê, yên ku piraniya xelkê wê ji civaka Êzidî ne, di êrîşa çekdarên DAIŞ bo ser herêmê bi hezaran kes hatin kuş, jin, kal û zaro hatin revandin û bi sedan zilamên êzidiyan di gurên komî de hatin binaxkirin.

Roja çarşemê ajansa Reuters ragihand ku, Netewên Yegirtî komkujiyên li dij civaka Êzidiyan di salvegera duyan de wek Jênosîd binavkiriye, herwiha Reuters dide zanîn ku, bi hezaran Êzîdî di qetlîamê de hatine kuştin, çekdarên DAIŞê hezaran jinên Êzidî revandin û weke kûleyên sexê li Sûriyê bikar anîne.

Komîta taybet ya şopandina tawanên cengê (A.U.N) û Komîta mafên Mirov ya Netewên yekgirtî meha Hezîranê dabû xweyakirin ku çekdarên DAIŞê li hem,ber kêmaniya olî ya civaka Êzidiyan ya pêkhatî ji 400,000 kesan Cenosîd encam dane.

Herwiha Wezîrê derve yê Amerîka John Kerry di axiftineke xwe bi şêweke fermî peyva Jênosîd bi kar anî bû, dabû zanîn ku ya çekdarên DAIŞê li dij kmênaiya Olî ya civaka Êzidî encam dayî Jênosîde.

Herweha serokatiya Hikûmeta herêma Kurdistanê bi şêweke fermî roja çarşemê, di rêûresmekê de, karmendên Encumena Wezîran çend xulek bê dengî ji bo rêzgirtin ji qurbaniyên komkujiya Şengalê li ser pîyan rawestan.

Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyvekê de, zêdebarê şermezar kirina karesata cînosayda Şengalê, hêvî xwest bi zûtirîn dem birînên Şengalê bihên çareserkirin.

Li her ciyê kurd lê dijîn û civaka êzidî heye çalakîyên hemereng di salvegera duyan ya Jênosîda li dij êzidyan de tên encamdan, qurbaniyên bûyerê tên bîranîn û çekdarên DAIŞê û şîdetkarî û kiryarên wê yên li dij mirovahiyê tên şermezarkirin.

XS
SM
MD
LG