Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Rikeber yên Kurd li Şengalê Şerî Hev Dikin


Reuters'ê ji zarê jêderên ewlekarên Kurd ragihand ku îro Înê li bakurê rojavayê Îraqê, di navber hêzên Kurdan de jiber nelihevkirina ser herêmên kontrolkirî, şer derket.

Pevçûn li herêma Şengalê qewimî ku yekîneyên Pêşmergeyên Rojê do Pêncşemê nêzî wîr, li ber sînorê Sûrîyê bi cîh bûbûn.

Ev herêm, heta niha di deste hêzên Êzîdîyên xwecîhî de bûn, ku peywendîya wan bi Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) re heye.

''Pevçûnê vê sibê di saet 7'an de bi çekên giran destpê kir. Ji her du hêlan jî kuştî û birîndar hene'' jêderekî ewlekarî got.

Pêşmergeyên Rojê ji Kurdên Sûrîyê pêk hatîye ku li Herêma Kurdistanê ji alîyê Partîya Demokrata Kurdistan (PDK) ve hatine perwerde kirin.

XS
SM
MD
LG