Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şamê Pevçûnên di Navbera Serhilda û Hêzên Hikûmetê de Didomin


Li Şamê çekdarekî opozîsyonê
Li Şamê çekdarekî opozîsyonê

Reuters’ê îro Sêşemê ragihand ku li taxên bakurê rojhilata Şamê, ku di di dest hikûmetê de ye, di navbera serhildayan û hêzên hikûmetê de pevçûnên giran diqewimin.

Jêderekî leşkerî ji ajansê re got ku komên terorîst yên peywendîyên wan bi el-Qaydê re hene li Taxa Cobarê êrîşê yek ji derîyên mezin ya Şama paytaxt kirine.

Artêşê bi daxuyanîyê dîyar kir ku çekdarên wan koman hatine dorpêç kirin.

Ji aliyê din ve, hin hêzên din ên serhilda dan zanîn ku ew li nêzî navenda Bajarê Kevn ya li ber herêma Abbasîyan pêş ketine, lê artêşê di daxuyanîyê de ser pevçûnên li wir tiştek negot.

XS
SM
MD
LG