Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Senator McCain Çû Serdana Şervanên Kurd


Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk li nêzî Reqa
Şervanên Hêzên Sûrîya Demokratîk li nêzî Reqa

Çavkanîyên Amerîkî dan zanîn ku Senator John McCain, dawîya hefteya borî çûye Sûrîyê û li enîya şer ya operasyona Reqa bi şervanên Kurd re axifîye.

Di serdana ku bi alîkarîya leşkerîya Amerîka bi awayekî nepenî pêk hat de, McCain jibo agahîyên pirtir ser têkoşîna li dijî DAIŞê werbigire çû Kobanê jî.

Du jêderên cuda yên Rojava, ku nexwestin navên wan eşkere bibe, ji Dengê Amerîka re piştrast kirin ku serdan pêk hatîye û ew ji encamên wê razî ne.

McCain cara dawî di sala 2013'an de çûbû Sûrîyê ku li wir bi rêberên serhildayan re hevdîtin kiribû.

XS
SM
MD
LG