Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rex Tillerson Roja Pêncşemê Serdana Tirkîyê Dike


Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson
Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson

Reuters’ê do Duşemê ji zarê jêderên payabilind yên Amerîkî ragihand ku Wezîrê Karên Derve yên Amerîka Rex Tillerson, dê di serdana xwe ya li Tirkîyê de bi Serkomarê Tirkîyê Tayyip Erdogan re ser şerê li Sûrîyê biaxive, lê ewê bi partîyên rikeber yên Tirk re hevdîtinan neke.

Serdana Tillerson roja Pêncşemê ye ku Tirkîye van rojan xwe jibo referanduma 16’ê Nîsanê ya ku bi guherandina hin xalên qanûna bingehîn xurtkirina desthilata Erdogan pêşnîyaz dike amade dike.

Karbidestê payabilind dîyar kir Tillerson dê bi Erdogan û wezîrên hikûmetê re ser şerê li dijî DAIŞ’ê ya li Sûrîyê biaxive.

Li ber e ku di hevdîtinê Erdogan û wezîrên din radestkirina Fetullah Gulen bixwazin ku, Tirkîye wî wek berpirsê hewila darbeyê ya di meha Tîrmeha borî de dibîne.

Yek ji mijarên ku di navbera Tirkîye û Amerîka de bi kêşe ye jî piştgirîya hêzên Amerîkî ya jibo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ye ku Tirkîye wê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne. Karbidestên Amerîkî dibêjin ku ewê rola YPG, ku pêşengê Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ye, di rizgarkirina Reqa de mezin be.

‘’Em taswasên Tirkîyê fehm dikin ku ew mijar jî dê were axaftin’’ karbidestê Amerîkî got.

Karbidestê Amerîkî bi berdewamî da zanîn ku Amerîka dixwaze li Sûrîye agirbest bidome ku ew hevdîtin jiber vê yekê jî girîng e.

XS
SM
MD
LG