Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Birêkarê Parêzgarîya Silêmanî Serdar Qadir Dest ji Kar Berdide


Serdar Qadir
Serdar Qadir

Parêzgarê Silêmanî yê serkar Serdar Qadir, îro bi nameyekê ragihand ku ew dest ji kar dikşîne.

Qadir sedemên kar bedana xwe zelal dike, lê deqa namê di Facebook a me de hate weşandin.

"Ji sedema bêdesthatîya wezîfa xwe û bêdengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember daxwazên welatiyan û nebûna piştevaniyek pêwîst bo pêngav û hewildanên me jibo guherînan, ez weke birêkarê parêzgarê Silêmanî ji vê saatê dest ji kar kêşana xwe radigihînim, bi tenê weke endamekî Tevgera Goran dimînim".

Qadir herwiha dide zanîn ku ew naxweze ti pêdanên xanenişnîniyê (teqawît)ê ji hikûmetê bistîne û daxwaz dike ku bi zûtirîn dem kesekî jibo pirkirina erka wî bê destnîşan kirin.

XS
SM
MD
LG