Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Tirkîyê Dixwaze Biçe Xeze


Rêberê Hemasê Xalid Mişel (çep) û serokwezîrê Tirkîyê Erdogan.
Rêberê Hemasê Xalid Mişel (çep) û serokwezîrê Tirkîyê Erdogan.
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan eşkere kir ku ew dixwaze serdana devera Xeze ya Felestînî bike û ji Îsraîlê xwest ku dorpêçkirina Xeze hilweşîne.

Li dawîya serdana xwe bo Berlînê, Erdogan got ku karbidestên Tirkîyê nuha danûstandinan bi karbidestên Xeze re dikin jibo rêkxistina serdana wî.

Piştî alozbûna têkelîyên navbera Tirkîye û Îsraîlê, peywendîyên Tirkîyê bi komela çekdarî ya Hemasê xurt bûn.

Xeze di bin kontrola Hemasê de ye û li meha bihurî rêberê Hemasê Xalid Mişel di kongreaya AK Partî ya birêz Erdoganî li Tirkîyê amade bû.

Her li meha bihurî, Mîrê Qeterê Şêx Hemed bin Xelîfe bû yekemîn rêberê biyanî ku serdana Xeze bike piştî li sala 2007 ji layê Hemasê ve hate kontrolkirin.
XS
SM
MD
LG