Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şêwirmendê Nû yê Ewlekarîya Amerîkî General McMaster E


McMaster, Trump û Kellogg li Florîda
McMaster, Trump û Kellogg li Florîda

Serokê Amerîka Donald Trump, do Duşemê da zanîn ku wî General Herbert Raybond McMaster, li şûna Michael Flynn wek şêwirmendê nû yê ewlekarîyê bijartîye.

Trump bi McMaster li mala wî ya li Florîda bi rojnamevanan rûnişt û pesna şêwirmendê xwe yê nû da.

''McMaster di artêşê de generalekî rêzdar e, bi tecrube ye û dikare berjewendîyên gelê Amerîka biparêzê'' Trump got.

McMaster, ku wek pisporê stratejîya leşkerî tê nas kirin, di nav kesên ku navên wan jibo şêwirmendîyê derdiketin di rêza pêş de bû.

Şêwirmendê berê Flynn, jiber raportên medyayî yên ser peywendîya wî ya bi Rûsan re, hefteya borî karvekişîna xwe dabû.

Trump posta şêwirmendî berê ji Robert Harward re pêşnîyar kiribû, lê wî jiber kêşeyên malbatî û aborî ew pêşnîyar red kiribû.

XS
SM
MD
LG