Lînkên eksesibilîtî

Mihemed Şêxo: Zêdetirî 12 Hezar Koçber Hatine Taxa Şêxmaqsûd


Li bakûr û rojhilatê bajarê Helebê ev demeke alizoyên mezin berdewam dikin, şerên dijwar di navbera hêzên di qada şer de ne derdikevin.

Ji aliyekî hêzên rejîma Esad êrîsî wan taxan dikin yên ku, çekdarên gropên opzisyonê lê dimînin, li aliyê din gropên opozisyonê yên girêdayê Tirkiyê û herweha gropên çekdarên radîkal yên wek Nusra êrîşan li dij taxa Şêxmeqsûd pêktînin ku piraniya xwecihên wî taxî kurdin.

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ê li bajarê Helebê Mihemed Şêxo gote Dengê Amerîka jiber sedema şerên dijwar di du-sê rojên borî de zêdetirî 12,000 koçber hatine taxa Şêxmaqsûd, di her warî de krîz heye, xwarin û derman nînin.

Şêxo bang li civaka navnetewî dike ku li hewara sivîlan bên û destê alîkariyê jibo xelkê sivîl dirêj bikin.

"Ewê heta dawiyê destê alîkariyê bo koçberan dirêj bikin û nana kû hebe ewê dinavbera xwe parve bikin. Lê ta niha yek tişt ji aliyê rêxistinên xêrxwaz û li hewarhatinê ne gihaye taxa Şêxmaqsûd."

Şêxo herweha da znaîn ku, hêzên YPG û YPJê çendîn tax ji destê grubên çekdar yên wek Nusra deranîne.

Derbarê pirsa kanê hevkarî di navbera YPG û YPJ igel artêşa Sûrî di şerên li Helebê de heye yan na, Şêxo got ku çi hevkarî di navbera wan de tune.

Kerem kin temamiya hevpeyvîna ligel Şêxo guhdarî bikin.


ê Helebê guhdarî bike.

XS
SM
MD
LG