Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komên Îslamî yên Tundrê Êrîşî Gundên Efrînê Kirin


Komên Îslamî yên tundrê îro Înê di danê berbanga sibehê de ji navçeya Daratizê û Keleha Semanê êrîşî gundên Îska, Basûfan û Başemrê yên navçeya Şêrewa ya Efrînê kirin.

Di êrîşa ku ji du mihweran ve pêk hat, çekên giran hatin bi kar anîn. Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bersîva êrîşan da û pevçûnên dijwar rûdan.

Welatîyên gundên Îska, Basûfan û Başemrê ku hatine armanc kirin, ji Dengê Amerîka re dîyar kir ku çekdarên Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam ên li Keleha Seman û navçeya Daretizê bi cih bûne, êrîşî gundên wan dikin û sîvîlan armanc dikin.

Jêderên leşgerî ji Dengê Amerîka re ragihand ku di encama şer de 3 çekdarên tundrê hatine kuştin, 10 birîndar bûn û jimareke ser çek û cebilxane hatin destxistin. Di encama şer de herwiha 2 şervanên YPG jîyana xwe ji dest dan û 7 jî birîndar bûn.

Hêjayî gotinê ye ku komên îslamî yên tundrê li gundewarên rojavayê Helebê û li bakurê parêzgeha Îdlibê bi cih bûne û êrîşî gundên navçeya Şêrewa û Cindirêsê yên li başûrê Efrînê dikin.

NR_5_19_2017
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG