Welatîyên sîvîl li taxa Şêx Maqsud di rewşekî herî dijwar de dijîn, taybetî jî rewşa tendirustî li wê derê pir xirab e.
Li gorî endamê rêveberîya Heyva Sor, Îmad Dawud di encamê armanckirina taxê bi bombeyan, 100 welatî jîyana xwe ji destdan û nêzîkî 700 welatî birîndar ketine.
“Rewşa hin birîndaran ne baş e, piranîya birîndaran jin û zarokên, jiber ku malên welatîyan tên armanckirin. Piranîya qurbanîyên taxê jin û zarok in, lê tenê navendeke tendirustîyê li taxê û ew bûne du meh ku derman nehatine taxê.”
Dawud hişyarî dide ku ger rêxistinên tendirustîyê yên cîhanî destwerdana taxê nekin, gelê taxê ber bi birçûbûn û nexweşîyên giran ve dihere.