Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rehîm Qoserî: Pêdiviya Me Bi Ken û Hunera Kenok Heye


Rola sînema û telvizyonê gelekî girîng e di belavkirna çand û hunerê ye, bi taybetî ya Kurdî ku derfetên baş li pêş xwe nedîtiye da xwe bi asanî bighîne cemaweran, lê di demên dawî de televizyona Tirkî TRT Kurdî, karîbû bi zimanê kurdî hin rêzefilmên kenok biweşîne û bala temaşevanan bikşîne, ku Cîran Cîran di rêza pêşîn de hat, him bi şêweya xwe him jî bi lîstikvanên xwe yên pispor û zîrek.

Bernama Deng û Reng yek ji lehengê rêze-filima Cîran Cîran kire mêvanê xwe da ku roniyê bide ser karekterê wî û mijara rêze-filimê.

Lîstikvan Rehîm Qoserî, yan wekû tê naskirin- Şêxo- ji Deng û Reng re got ku bi ser xem û kulên me, pêwestiya me ken û henekan heye.

Rehîm Qoserî (Abdurrahim özdemir) di sala1973an de, li Qoser/Mêrdînê ji dayik bûye.

Li Stenbolê, dest bi xebatên xwe yên hunerî û çalakiyên xwe kir ku ji dublaja deng di nav film, rêzefilm,belgefilm û anîmasyon destpê kir di (Roj TV, Kanal 4, TRT Kurdî).

Wekî din jî, Rehîm karê birêvebirtiyê hin berneme kiriye di TRT Kurdî de: ''Çîrokbêj'' bername, ''mala min nû bike'' pêşbazî, ''koroya kurdî'' pêşbazî .

Rahim Qoseri
Rahim Qoseri

Şêxo mîna akter di rêze-filima Cîran Cîranê de, cihekî taybet girt û karîbû bala xelkê bikşîne û şêweyê xwe di nav mal û civatê de belav bike.

Rehîm bi zimanê xwe yê zelal û hezkirina xwe ji çand kurdî re, karî bû roleke erînî bilîze di nêzîkbûna cemawerna de ji zimanê Kurdî re fêrbûna wê jî.

Hewiha jî Rehîm karê wergerê kiriye ji Tirkî-kurdî, Kurdî-Tirkî re û du dîwanê wê yên helbesta hene bi navê : Kurdê, Zulfiyar.

please wait

No media source currently available

0:00 0:19:20 0:00

XS
SM
MD
LG