Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Şîrvanê Malbat bi Xemgînî Benda Meytên Hezkirîyên Xwe Ne


Li Şîrvan a navçeya Sêrtê di hezaza ku li kaneke madenê çêbû, 16 xebatkar di bin enqazê de man. Hezaz di 18’e mehê de pêk hat û heta îro meytê şeş karkeran ji bin axê hat derxistin.

Malbatan hêvîya xwe ji rizgarkirina karkeran birî û niha li bendê ne ku meytê wan ji bin axê were derxistin. 16 karkerên ku di bin axê de man Kurd in û ji bajarên cuda yên herêmê ne.

Malbat bertek nîşan didin ku dewlet giranîya xwe nade ser. Ew dibêjin dema ku li Somayê karker di kanê de man, dewletê bi hemî îmkanên xwe alîkarî gihand, lê heman tiştî ji me wan re nake. Malbat gazincan dikin ku ne medya Tirk, ne jî gelê Tirk êşa Kurdan parve nakin.

Heta niha meytê 6 karkeran hatin derxistin. Malbatan hatina zavayê serokomar Erdogan, Wezîrê Çavkanîyên Xwezayî Berat Albyarak jî protesto kiribûn û çend xwepêşandêr hatibûn desteser kirin.

Ramazan Beyazalma, pismamê Nusret Beyazalma ye, ji Erdemît a Wanê hatîye û çar roj in li hêvîyê ne ku meytê Nusret were derxistin.

Beyazalma dewletê rexne dike û dibêje ji bilî çend kamyonan tu alîkarîyeke bi rêk û pêk tuneye.

Kerem kin agahîyên zêdetir û gazincên Beyazalma di fayla deng de guhdar bikin.

KHF_11_22_16
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:48 0:00

XS
SM
MD
LG