Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamenter Leyla Birlik: Sê Jinên Çalakvan Hatine Înfazkirin


Sê Jinên çalakvan roja 04.01.2016 li Silopî hatin kuştin
Sê Jinên çalakvan roja 04.01.2016 li Silopî hatin kuştin

Endama meclis Partiya Herêmên Demokrat (DBP)Sêvê Demir, Hevseroka Meclisa Gel ya Silopiyê Pakize Nayir û Endama Kongreya Jina Azad Fatma Uyar 4ê mehê êvarê li Silopê hatin kuştin.

Tê gotin dema birîndar dibin, hewar ji DBPê dixwazin.

Parlamentera HDPê ya Şirnexê Aycan İrmez, destnîşan kir piştî telefona ku ji DBPê re tê xeberek ji wan re tê ku meytê sê jinan anîne nexweşxana Silopiyê lê polîs û esker nehîştin ew bikevin nav nexweşxanê da ku bizanin yên kuştî kî ne.

Hêjayî gotinê ye ku di nav hefteyek de şeş taxên Silopiyê hatin valakirin. Bi hezaran rûniştvan mecbur hatin hîştin ku derbasî taxên din bibin. Aycan Xanim dibêje, her sê jin jî piştî valakirna taxan dixwazin derbasî taxek din bibin di wê kêliyê de hêzên ewlekariyê wan gulebaran dikin.

Parlamantera Şirnexê Leyla Birlik piştî ketî otopsiya termên jinan,dibêje gumana wan heye ku hersê jin eynî wekî Heci Birilik piştî ku birîndar dikevin, tên qetil kirin, Birlik weha dibêje “Kesek telefona DBPê dike, dibêje heware bigîjin hevala Sêvê birîndar e û ambulans dixwaze. Lê min meytê Sêvê di morgê de dît. Ev jî bûyera Hecî Brilik tîne bîra mirov jiber ku dema bi telefonê hewarê dixwazin dibêjin Sêvê birîndare nabêjin serê Sêvê perçe buye. Mirovek wê derbê ji serê xwe bistine di wê kêliyê de dimre, birîndar nabe. Li gorî texmîna min piştî ku ev jin birîndar dibin tên bi çekên giran ew înfaz dikin. Jiber ku derbên giran li canê wan ketine. Heta mirov dikare bêje ku bi gelek çekan di heman demê ew gulebarankirine. Bifikirin ku min hevala xwe Sêvê ji porê wê yê kurişkî naskir û ji dest û linge wê. Ger dema telefonê de birîndar be wusa xuya dike ku piştî telefonê hatine înfaz kirin.”

Parlamenterê Ruhayê İbrahim Ayhan jî got ev hersê jin gelek çalak bûn û ew bawer dike taybet hedef hatine giritin û înfaz kirin.

Sêvê Demir di sala 2009î de ji doza KCKê hatibû girtin û pênc salan di hepse de ma. Sêvê di gireva birçîbûnê ya girtiyên siyasî de, cî girtibû û ew jî 68 rojan di girevêde mabû. Piştî di sala 2014î de ji hepsê derket di KCD, DTK û HDPê de cî girtiye.

kuştina sê jinên çalakvan li Silopî
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:03 0:00

XS
SM
MD
LG