Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mezlûm Şengalî: Êrîşên Tirkiyê yên Ser Şengalê Temamkirina Fermana DAIŞ' ê Ye


Mezlûm Şengalî
Mezlûm Şengalî

Dengê Amerîka derbarê êrîşên esmanî yên artêşa Tirkiyê bo ser Şengalê di nav axa Îraqê de û Qerçox li Sûriyê, di nav axa Rojava de, hevpeyvînek li gel peyvdarê Hêzên Berxwedana Şengalê ‌HBŞ'ê Mezlûm Şengalî kir.

Şengalî di hevpeyvîna xwe de ragihand ku, êrîş di seat 2:00 serê sibê de pêkhatin, wan êrîşan bingehên Pêşmerge û yên hêzên wan û gel kirin armanc, di wan êrîşan de kesekî sivîl hatiye kuştin û 3 endamên HBŞ'ê birîndar in, hewha ji hêzên Pêşmergan jî 5 kes hatine kuştin û 7 kesên din birîndar bûne.

Şengalî da zanîn ku armanca Tirkiyê gelê Şengalê ye jiber ku milet li wan herêman heye yên ku, bûne armanca êrîşên Tirkîyê.

Mezlûm Şengalî dîsan dibêje ev êrîşên Tirkîyê temamkirina fermana DAIŞ'ê ya sala 2014an dema ku qetlîam li dij Şengalê pêk anî bû, Tirkiye dixwaze vê plana DAIŞ'ê temam bike, dîsan da zanîn ku niha DAIŞ têk diçe û liber têkçûnê ye, Tirkîye jî naxwaze DAIŞ têk biçe jiber van sedaman êrîş pêk anîn.

Temamiya axiftinên Mezlûm Şengalî peyvdarê Hêzên Berxwedana Şengalê HBŞ'ê di fayla deng de ye.

Hevpeyvîn li gel peyvdarê Hêzên Berxwedana Şengalê "HBŞ"
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:36 0:00

XS
SM
MD
LG